Partiya Demoqrata Pêşverû kurdî li Sûriya: “Piştgiriya girtiyên siyasî yên Îranê dikin”

Di 3ê Adara 2011’an da daxuyaniyek gihişte destê me, bi navê “Kempîna Berevanîkirinê Ji Girtiyên Siyasî ên Netewên İranê re”, ku ji aliyê hejmarek ji çalakvanên sivîl û mafên mirov ji neteweyên cur bi cur ên Îranê ve hatiye damezrandin, banga raya giştî dikin ku li dijî siyaset û kiriyarê rêjîma kevneperesta Îranî ya dîktatorî û şofînîst bisekin.
Me jî, bi navê Partiya Demoqrata Pêşverû kurdî li Sûriya, bi dilgermî piştgîriya vê kempînê dikin,  li gel amadekarên wê dengê xwe li dijî rêjîma xwînrêj bilindikin, û hêviya serkeftinê ji bo neteweyên Îranî dixwazin, û di pêşiya wan de netewa Kurd li kurdistana Îran.
Partiya Demoqrata Pêşverû kurdî li Sûriya
Silêmanî 03.03.2011