Slav û rêz
Guh li vî dengî bibin! erkê ser milên her kesekî/ê ye ku dibêje ez însanim piştgiriyê bidete vê kampanyayê, bo bilind ragirtina xîreta mirovahiyê û şikandina her êrîşek ku ew kiribe armanca xwe. Bi van hestan em malpera Dengê Azad (www.dengeazad.com) piştgiriya xwe didin vê kampanya ya pîroz, dengê xwe dikin nav deng ê wan û çalakvanên Neteweyên Îranê jiber vî karê wan yê pîroz û bi rûmet pîroz dikin! her serkeftî bin! Bijî azadî. mirin û neman bo komara kevneperest a melayên Îranê!
Digel rêz û slavan.
Redaksiyona Malpera Dengê Azad