Konfederasyona Komelên Kurdistanî li Ewrûpa-KOMKAR-EU bi daxuyaniyeke piştgiriya xwe Kempeniya Berevanîkirin Girtiyên Siyasî yên Neteweyên Îranê diyar kir û bang ji Neteweyên Yekgirtî û Yekîtiya Ewrûpayê kir ku li hember hovîtiya Îranê bê deng nemînin, bo azadkirina girtiyên siyasî piştgiriya hêzên muxalefeta rejîma Îranê bikin.
Daxuyaniya KOMKAR-EU bi vî awayî ye
Komara Îslamî ya Îranê, zilum û terora xwe ...
li ser gelên Îranê bi taybetî li ser gelê Kurd, her ku diçe zêdetir dike. Rejîma Îranê, bi zilum û zordariya xwe pê li hemû mafên mirovî dike. Daxwaza azadî, demokrasî û aşîtiyê bi hemû rengên xwe li Îranê qedexeye. Bi hezaran azadixwazên Kurd, Belûç, Faris û Azerî di zîndanan da ne. Bi dehan girtiyên siyasî hatin îdamkirinê û gelek ji wan jî li ber îdamkirinê ne.
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa – KOMKAR.eu, teror û ziluma Komara Îslamî ya Îranê , li ser gelên Îranê mehkum dike.
Bangê Neteweyên Yekgirtî û Yekitiya Ewrûpayê EU´ê dike ku li hember hovîtiya rejîma Îranê bê deng nemînin, bo azadkirina girtiyên siyasî û bo dabînkirina demokrasiyê li Îranê, pişgiriya hêzên muxalefeta rejîma Îranê bikin.
Îro li Îranê, li dijî siyaseta zordar ya rejîmê tevgêrek bi navê Berevanîkirin li Girtiyên Siyasî yên Neteweyên Îranê hatiye damezrandin.
wek erkek dibîne ku pişgiriya tevgêra Berevanîkirin li Girtiyên Siyasî yên Neteweyên Îranê bike. Her wisa pişgiriya xwe bo tevgêra azadixwaz û demokrat ya Kurd nîşan dide.
KOMKAR.eu
5ê Adara 2011/13:29