Piştgîriya Li Kampeyna Bergiriya Zîndaniyên Siyasî yên Netewên Îranê

Karnamey mafên mirov li Îranê di nav temenê rijîma Komara Îslamiya Îranê de dûr nine ji hemî kar û kiryarên wê rijîmê reştir bit. Zewt kirina mafên neteweyî, kulturî, û zimanê gelên Îranê; berbend kirina ragehandin û veşanek azad; sitema olî li ser olên ne musliman û ne Şîe; jêr pê kirina mafên kesan û nehêlana rûmet û keramta mirovî bo welatiyan; sepandin û ferz kirina qanûn û rêûşûnên zalimane bi ser jinan de, û gelekên din, her yêk bi xwe brînek kûre Komara Îsalmî êxistiye leşê kom û civakên gelên Îranê.

Lê girtina kesên cuda bîr, bi taybetî ji netewyên li Îranê û li ber daxaza  ...
mafên xwe yên rewa, eşkence û azardana wan, dedigehî kirina wan bi rêûşûnên dûr ji dad û dadperweriyê û îdam kirina hijmarek zêde ji wan zîndaniyên siyasî, riftara herî hovaneya rijîma îslamiye ku mixabin raya giştî bi taybetî raya navnetewyî herî kêm bala xwe daye ser. Zîndaniyên sîyasî li Îranê bi nerewa tên girtin; bi tên eşkence kirin û dadigehî kirin, û bi tên bidarve kirin. 
Cavaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê CAPK, midehek berî niha di nav ragehandinekê de serederiya dûr ji mirovatiyê ya Komara Îslamî li gel girtiyên siyasî êxistibû berçav û daxaza ragirtina îdaman li Îranê kiribû. Îro jî ku kampeynek ji bo berevanî kirin ji zîndaniyên siyasî hatîye pêk anîn, dengê xwe dide pal dengê hemî berevankarên mafên mirov û piştgîriya xwe ji bo wê bizavê diyar diket.
Li demekê de ku civakên çendîn welatên cîhanê û herêmê niha li dijberî rijîmên torîterên welatên xwe serhildane, Ciavak Aştî û Pêşveçûna Kurdistanê, carek din bala civaka cîhanî radikişîne ser tepeser kirina xwenîşandanên xelkê û zêdegaviya li ser mafên mirov ji aliyê Komara Îslamî ve, û daxaz diket pitir dengê azadîxwaziya gelên Îranê guhdarî biken û pişta wan bigrin.
Civaka Aştî û Pêşveçûna Kurdistan CAPK
02/03/2011